03 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
BELGRAD
Serokwezîrê Sirbistanê Aleksandar Vucic ragihand ku hilbijartina serokomariyê wî bi dest xist.
Vucic li navenda Partiya Pêşketinê ya Sirb ya li paytext Belgradê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ji ber ku hilbijêr bi wî bawer in ew serbilind e.
Vucic destnîşan kir ku li gorî daneyên di destê wan da wî ji 3,7 milyon hilbijêrên ku çûn ser sindoqan, raya bêtirî 2 milyon welatiyî wergirt.
Axaftina Vucic car caran bi durişmên wekî "serfirazî", "Vucic" û "Sirbistan" hat birîn. Vucic jî bal kişand ku serkefina wî pir eşkere û zelal e.
Herwiha Vucic got li deverên ku boşnak û macar lê pir in jî ew ji sandoqê yekemîn derket û Vucic ji ber hindê ne bi tenê spasiya hilbijêrên sirb, herwisa siyasiya hilbijêrên boşnak û macar jî kir.
Vucic bû yekemîn kes ku ji sala 1992yan vir va di tûra pêşiyê da dibe serokomar.
Peywira Serokomarê heyî Tomislav Nikolic di 31ê gulanê da bidawî dibe.