Dinya

Serokomarê Sûriyeyê Şara biryarnameyeke nû weşand

Mahmut Geldi  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Serokomarê Sûriyeyê Şara biryarnameyeke nû weşand

Istanbul

Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara diyar kir ku welatiyên bi eslê xwe Kurd beşeke ji gelê Sûriyeyê ne û nasnameya wan ya zimanî jî beşeke ji nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ye.

Serokomar Şara derbarê Kurdên Sûriyeyê da Biryarnameya Serokomariyê derxist û diyar kir ku Kurd beşeke bingehîn û yekpare yê gelê Sûriyeyê ne.

Şera destnîşan kir ku nasnameyên çandî û zimanî yên Kurdan jî hêmaneke yekgirtî ya nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê ya piralî û yekgirtî pêk tînin û bal kişand ser rol û berpirsiyariya dewletê di xurtkirina yekîtiya neteweyî û misogerkirina mafên çandî û sivîl yên hemî welatiyên Sûriyeyê da.

Biryarnameya 13emîn ya Serokomariya Sûriyeyê ya Sala 2026an ev bend dihewîne:

Bend (1): Welatiyên Kurd yên Sûriyeyê wekî beşek bingehîn û girîng ji gelê Sûriyê têne hesibandin. Nasnameya wan ya çandî û zimanî beşeke yekgirtî ya nasnameya neteweyî ya piralî û yekgirtî ya Sûriyê ye.

Bend (2): Dewlet soz dide ku pirrengiya çandî û zimanî biparêze; ew mafê welatiyên Kurd garantî dike ku di çarçoveya serweriya neteweyî da mîrat, huner û pêşxistina zimanê xwe yê dayikê biparêzin.

Bend (3): Zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî tê nasîn. Destûr heye ku ew wekî derseke bijarte yan jî di çarçoveya çalakiyên perwerdehî-çandî da li dibistanên dewletê û taybet yên li herêmên ku rêjeyeke girîng ya nifûsa Kurd lê heye, were hînkirin.

Bend (4): Hemû qanûn û tedbîrên îstîsnayî yên ku ji serjimêriya giştî ya sala 1962yan li parêzgeha Hesekê derketine holê tên betalkirin. Hemû welatiyên bi eslê xwe Kurd yên li axa Sûriyeyê dijîn, tevî yên ku qeydkirina wan hatiye girtin, hemwelatîbûna Sûriyeyê werdigirin; wekheviya hemû di warê maf û erkên wan da têne misogerkirin.

Bend (5): "Cejna Newrozê" (21ê Adarê) li hemû herêmên Komara Ereb ya Sûriyeyê wekî cejneke neteweyî ya sembola bihar û biratiyê wekî betlaneyeke giştî ya bimeaş tê ragihandin.

Bend (6): Medya û saziyên perwerdehiyê yên dewletê mecbûr in ku gotareke neteweyî ya berfireh qebûl bikin. Hemû şêweyên cudakarî û dûrxistinê li ser bingeha etnîkî yan zimanî bi qanûnê qedexe ne. Kesên ku dabeşbûna neteweyî teşwîq dikin li gorî qanûnên di rewacê da têne cezakirin.

Bend (7): Wezaret û saziyên peywendîdar wê talîmatên pêwîst yên rêveberiyê derbarê bicîhanîna bendên vê fermanê di warên desthilata xwe da bidin.

Bend (8): Ev fbiryarname wê di Rojnameya Fermî da were weşandin û wê di roja weşandina xwe da bikeve rewacê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.