Polîtîka

Serokê Amerîkayê Trump û Serokomarê Sûriyeyê Şara civiyan

Hakan Çopur  | 11.11.2025 - Rojanekırın : 11.11.2025
Serokê Amerîkayê Trump û Serokomarê Sûriyeyê Şara civiyan Suriye Cumhurbaşkanlığı/Handout

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara civiyan.

Hevdîtina li Qesra Sipî ji çapemeniyê ra girtî hat kirin saet û nîvekê dewam kir.

Hate diyarkirin ku di civînê da ji rakirina mueyîdeyên li ser Sûriyeyê bigire heta pirsgirêkên herêmî gelek mijar hatine gotûbêjkirin.

Serokomarê Sûriyê Şara ji wesayîta xwe daket û silav da Sûriyeyiyên ku li ber deriyê Qesra Sipî li benda wî bûn.

Hevdîtina Şara ya bi Trump ra wekî yekem hevdîtina di navbera serokdewletê Sûriyeyê û serokê Amerîkayê da li Qesra Sipî hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.