Dinya

Artêşa Sûriyeyê li Dêr Hafirê dijî rêxistina terorîst YPG/HSDyê operasyon da destpêkirin

Turgut Alp Boyraz, Ömer Koparan, Mustafa Deveci  | 17.01.2026 - Rojanekırın : 17.01.2026
Artêşa Sûriyeyê li Dêr Hafirê dijî rêxistina terorîst YPG/HSDyê operasyon da destpêkirin

Halab

Artêşa Sûriyeyê li Dêr Hafirê ku li rojavayê Çemê Feratê ye, dijî rêxistina terorîst YPG/HSDyê operasyon da destpêkirin.

Li gorî agahiyên tîma AAyê ya ji xeta Dêr Hafirê, artêşa Sûriyeyê li ser xeta Dêr Hafir-Meskeneyê li çend hedefên YPG/HSDyê xist.

Bi topxane, gelek roketavêj û çekên dijî-balafirî êrîşî hedefan hat kirin.

Nûçegihanê AAyê yê li herêmê ragihand ku topbarana ku di saet 22.00an da bi dema Tirkiyeyê dest pê kir, berdewam dike, wesayîtên zirxî yên artêşê ber bi ketina Dêr Hafirê va diçin û rêxistina terorîst bersivê dide.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya artêşa Sûriyeyê da destpêkirina operasyonên li dijî rêxistina terorîst ya YPG/HDGyê li Dêr Hafirê hat ragihandin.

Artêşa Sûriyeyê di daxuyaniyê da wiha got, "Bersivdayîna me ya dijî kozikên milîsên terorîst yên PKKyê û bermahiyên rejima berê ya bi HSDyê ra tevdigerin yên li Dêra Hafirê dest pê kiriye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.