Hakan Çopur
25 Îlon 2025•Rojanekirin: 25 Îlon 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî Lijneya Giştî ya 80yemîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû ji bo ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra li Qesra Spî hevdîtinê bike, ji bajarê New Yorkê hat Washîngtonê.
Balafira "TRK" ya ku Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan tê da bûn li Balafirgeha Joînt Base Andrews a li nêzîkî Washîngtonê danî.
Balyozê Washîngtonê Sedat Onal û rayedarên din li Balafirgeha Joînt Base Andrewsê Serokomar Erdogan pêşwazî kirin.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan jî piştî hevdîtinên xwe yên li New Yorkê temam kir wê were Washîngtonê.
Serokomar Erdogan ji balafirgehê çû Blaîr Houseê ya ku girêdayî Qesra Spî ye ku e wê şev li vir bimîne.,
Welatiyan Serokomar Erdogan û Emîne Erdogan bi hezkirin û coş pêşwazî kirin.