ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Barack Obama di civîna NATOyê ya ku dê li Qraltiya Yekgirtî çêbibe, dê hevdîtinekê bikin.
Serokomar Erdogan, piştî ziyaretên xwe ya li Azerbeycanê ji bo ku beşdarî civîna NATOyê bibe dê here Gallerê.
Mazuvaniya civîna NATOyê ya ku dê 4 û 5ê îlonê çêbibe, Qraltiya Yekgirtî dike.
Erdogan jî dê beşdarî civînê bibe û li wir serokên dewletan û hikûmetan re dê hevdîtinan bike.
Serokomar Erdogan di 5ê îlonê, roja înê di saet 15.15an de dê bi Barack Obama re hevdîtinekê bike.
Erdogan dê cara ewil wek "Serokomar" beşdarî civîneke navneteweyî bibe.