Elif Orhan
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ku wek vexwendiyê Papa Francîscus biçe Vatîkanê li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan der barê ziyareta xwe ya Vatîkanê de got ku "Ez vê ziyareta xwe ji bo ku balê bikşînin ser nirxên mirovahiyê yên hevpar, peyamên dostanî û aştiyê bê dayîn wekî firsendeke girîng dibînim."
- "Kongre mijara navxweyî ya partiyên siyasî ne"
Serokomar Erdogan der barê Kongreya Asayî ya 36emîn a CHPê de nirxandina "Kongre mijara navxweyî ya partiyên siyasî ne. Vir jî melûm e jixwe berê 4-5 namzed dihatin axaftin lê niha daket duduyan û daxuyaniyên kesê ku di hilbijartinê de bi ser neket jî bi awayek, gelekî baş aqubeta kongreyê, naveroka wê, teşekûla wê pênase dike. Der barê kongreya CHPê de tu gotinên me tunin." kir.
- "Me 935 terorîst berfireh kirin"
Serokomar Erdogan diyar kir ku di rêya ku bawer dikin de bi biryardarî dewam dikin û got ku "Me 935 terorîst berteref kirin. Tabiî di vê navberê de şehîdên me jî çêdibin. Em vê ji bîr nekin ku tirsonek nikarin ku bîrdariya serkeftinê deynin. Ev kar ne karên wisa ne ku Bay Kemal bike. Ev kar karên wisa ne ku dê egîdên ku ji nav gel derketine dê bikin."
Erdogan got ku Anadoluyê geriya û li cihên ku geriya dît ku helwesta gel a hember bûyeran çi ye û wiha axivî: "Min helwesta dayik û bavên şehîdên ku min telefonî wan kir dibînim. Dibêjin ku 'Bişînin, em biçin.' Hemû ciwanên me yên li kongreyan hemd ji xwedê re, alîgirên me dibêjin ku 'Me jî bişînin Efrînê.' Rihekî wisa heye. Bay Kemal ji vê rihê bêpar e."
"Dema diyar bibe emê bi hemû dinyayê re parve bikin"
Serokomar Erdogan li ser pirsên "Ew terorîstên ku çeka ku tanka me ya ku jê 5 şehîdên me derketin xist ev çek ji kîjan welatê sitandin? Gelo der barê wê de tu agahî hene ka ev çek ên kîjan welatê ne?" wiha axivî: "Di vê mijarê de hin agahî gihane destê me. Hene lê heta ku em encama dawîn nestînin rast nîne ku em vê eşkere bikin. Min beriya nîv saetekî bi Birêz Sererkanê me re xeber da. Dibêje ku 'Di destê me de hin agahî hene lê heta ku em teqez nekin rast nîne ku em daxuyaniyeke wiha bidin.' Texmîn hene, texmînên xwe bi min re parve kirin. Lê ez wisa difikirim ku niha eşkerekirina vê rast nîne. Wiha yan wisa yên ku van didin kî dibin bila bibin nexwe bi terorîstan re di heman rêyê de diçin. Dema ku ev teqez bûn emê bi hemû dinyayê re parve bikin."
- "Emê der barê têkoşîna dijî nijadperestiyê de nêrînên xwe bi hev re parve bikin"
Erdogan got ku "Heke bê bîra we Papa Francîscus di 28-30yê sermaweza 2014an de hatibû welatê me, li Enqere û Stenbolê têkilî danîbûn, mekanên dîrokî û pîroz geriyabû. Ew ziyaret gelekî berhedar derbas bibû. Em jî niha îadeîziyaretê dikin. Ez vê ziyareta xwe ji bo ku balê bikşînin ser nirxên mirovahiyê yên hevpar, peyamên dostanî û aştiyê bê dayîn wekî firsendeke girîng dibînim."
Erdogan qal kir çalakiya ku duh li Macerataya bajarê Îtalyayê qewimî û biyaniyan hedef girt carek din nîşan da ku zenofobî tehdîteke çiqas mezin e û wiha axivî:
"Di navbera çalakiyên rêxistinên terorê û êrîşên nijadperest de tu ferq tune. Êrîşên li ser mizgeftan, mescîdan, kargehên misilmanan zêde bûn."
Serokomar Erdogan got ku "Bi Papa Francîscus re emê di hevdîtinan de li ser mijarên Filîstîn, Quds, Sûriye, Iraq, têkoşîna dijî terorê, pirsgirêkên penaberan û arîkariyên mirovahiyê bisekinin. Her wiha emê li ser mijara dijminahiya îslamê ya ku li alema Rojava zêde bûye û nijadperestiya çandî de nêrînên xwe bi hev re parve bikin."
- "Hedefa me ew e ku em bazirganiya xwe di sala 2020î de bigihînin 30 milyar dolarî"
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mezinahiya bazirganiya me par gihaşt 20 milyar dolarî lê belê potansiyela her du welatan ji vê gelekî zêdetir e. Hedefa me ew e ku em di sala 2020î de bigihînin 30 milyar dolarî. Emê di dema ziyareta min de li ser pêngavên dualî yên ku dê di çarçoveya vê hedefê de bê avêtin hevdîtin bikin."