04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ROMA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ku îro Vatîkan û Îtalyayê ziyaret bike, mulaqateke taybet a ku da rojnameya La Stampayê, hat weşandin.
Erdogan li ser fikra ku "Ewropa û Amerîka PYD/YPGê wek rêxistina terorê nabîne" wiha got: "Şaşiyê dikin, lewra ferqa PKK-YYD/YPGê tuneye. Tiştekî pir xelet e ku ferq û cudatiyê dixin navbera rêxistinên terorê. Rewşa li Sûriyeyê daye nîşan ku bi rêxistineke terorê va rêxistineke terorê a din nayê berterefkirin."
- Referanduma serxwebûnê ya nemeşrû ku li Bakurê Iraqê hat kirin
Erdogan li ser pirsa referanduma nemeşrû ya ku Herêma Kurdistana Iraqê par di meha îlonê da kir wiha got:
"Herêma Kurdistana Iraqê guh neda hişyariyên Tirkiyeyê û yên civata navneteweyî û referandumeke nemeşrû kir, bi vî hawî yekparetiya axa Iraqê binpê kir. Piştî vî qasî ya ku divê bike, telafiya wê xetayê ye. Divê Herêma Kurdistana Iraqê rêvebiriya navendî, civata navneteweyî qanî bike ku wê careke din ji yekparetiya axa Iraqê ra meydanê nexwîne û wek perçeyeke Iraqê bimîne. di navbera Bexda û Hewlêrê da di demên dawîn da pêvajoya diyalogê dest pê kir, em vê erênî dibînin."
- "Em dibînin ku PYD/YPG niha jî li Efrînê mensûbên DEAŞê tevî sefên xwe dike"
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiyeyê bi Operasyona Mertalê Feratê va 3 hezar mensûbên DEAŞê berteref kirin û wiha dewam kir:
"Qadeke 2 hezar û 15 kîlomêtrekare ji DEAŞê hatiye xelaskirin. Bi saya operasyonê nêzî 130 hezar sûriyeyiyên ku li welatê me bûn, vegeriyan herêmên ku ji terorê hatin safîkirin. Dema ku li ser Reqayê operasyona safîkirina DEAŞa rêxistina terorê dewam dikir, PYD/YPG û DEAŞê li hev kir û gelek terorîstên DEAŞê ji Reqayê hatin texliyekirin. PYD/YPGê ji wan ra dengê xwe dernexist. Em dibînin ku PYD/YPG niha jî li Efrînê mensûbên DEAŞê tevî sefên xwe dike."
- Operasyona Çiqlê Zeytûnê
Serokomar Erdogan ji bo pirsa "Artêşa Tirkiyeyê ji bo ku bi komên Kurdan ên çekdar ra têbikoşe kete Efrînê. Hedefa eskerî çi ye?" îtiraz kir û wiha dewam kir:
"Ez di serî da dixwazim hevoka şaş a di nav pirsa we da rast bikim. Artêşa Tirkiyeyê ji bo ku bi 'komên Kurdan ên çekdar ra' şer bike nekete Efrînê. Pirsgirêka me bi Kurdên Sûriyeyê ra tuneye. Têkoşîna Tirkiyeyê bi Kurdan ra nîne, bi rêxistinên terorê yên çekdar ra ye. Di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ji hiqûqa navneteweyî derdikevin, heye ku Tirkiye xwe biparêze. Armanca Operasyona Çiqlê Zeytûnê peydakirina ewlehiya sînorên welatê me ye. Terorîstên herêma Efrînê heta niha nêzî 700 carî êrîşî bajarên me yên Hatay û Kilîsê kirine. Mebesta operasyonê berterefkirina van terorîstan e."
Serokomar Erdogan li ser îdiayên ku "Li Efrînê sivîl mirine" jî got ku ev sûcdarkirin ne rast in.
Erdogan wiha got: "Ji destpêka operasyonê heta niha gelek êrîşên roketê hatin kirin û li bajarên me yên Hatay û Kilîsê 4 welatiyên me şehîd bûne, 90 kes jî birîndar bûne. YPGya rêxistina terorê dibêje 'Sivîl tên kuştin' û me sûcdar dike, lê bixwe jî li gelek herêman sivîlan wek mertalê zindî bi kar tînin."
Erdogan bal kişande ser yekparetiya axa Sûriyeyê û wiha got: "Ez vê yekê eşkere dibêjim: Çavê me li axa tu kesî nîne."