Türkan Tosun
01 Nîsan 2019•Rojanekirin: 02 Nîsan 2019
Serokên hin dewletan ji ber serkeftina hilbijartinê telefonê Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan kirin û ew pîroz kirin.
Li gor agahiya çavkaniyên Serokomariyê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas, Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucîc, Serokê Konseya Serokatiya Dewleta Bosna Hersekê Mîlorad Dodîk û Serokê Partiya Çalakiya Demokratîk Bakir Îzzetbegovîc, Serokwezîrê Arnavutlukê Edî Rama, Serokomarê Gîneyê Alpha Conde telefonê Serokomar Erdogan kirin û ji ber serkeftina hilbijartinê ew pîroz kirin.
Ji bilî wê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û serokwezîrên berê Mesut Yilmaz û Tansu Çîller jî Erdogan pîroz kirin.