JOHANNESBÛRG
Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Jacob Zûma di televizyona dewletê de daxuyanî da û diyar kir ku Mandela li mala xwe wefat kiriye.
Mandela di 8ê hezîranê de ji ber enfeksiyona pişikê rakiribûn nexweşxaneyê û di 1ê îlonê de jî ji nexweşxaneyê derxistibûn û wî şandibûn mala.
Mandela li Afrîkaya Başûr dijî rejima spî ya nijadperest têkoşiyabû û 27 salan di girtîgehê de mabû. Nelson Mandela di dawiyê de 5 salan bûbû Serokê Dewletê.
Mandela ji bo têkoşîna li dijî nijadperestiyê bûbû sembol.
Mandela li Afrîkaya Başûr di 18ê tîrmeha 1918an de hat dinyayê û kurê şefê qebîleya Tembûyê bû.
Mandela di sala 1942an de ji Zanîngeha Witwaterstrandê mezûn bû û di dîroka Afrîkaya Başûr de bû yekemîn parêzerê reşik.
Mandela di 1948an de tevlî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) bû, ev rêxistin ji hêla reşikan ve ji bo têkoşîna li dijî nijadperestiyê hatibû avakirin. Mandela di sala 1950an de bû serokê vê rêxistinê.
Mandela li Afrîkaya Başûr dijî rejima spî ya nîjadperest têkoşiya û cara yekem di 5ê tebaxa 1962an de hat girtin û 27 salên xwe di girtîgehê de derbas kir.
Mandela ji bo têkoşîna li dijî nijadperestiyê li hemû dinyayê bûbû sembol. Mandela di sala 1990an de di 71 saliya xwe de bi efûya Serokê Dewletê Frederik Willem de Klerk ji girtîhegê derket.
Piştî ku ji girtîgehê derket ji bo serxwebûna Afrîkaya Başûr têkoşiya û hewldanên wî di 18ê adara 1992an de cih girt û ji hêla Klerk ve makezagon hat guherandin û reşikan mafê wekheviyê bi dest xist.
Piştî vê Mandela li Afrîkaya Başûr di hilbijartinê de bi ser ket û bû serkkomar û di 10ê gulana 1994an de sond xwar û li Afrîkaya Başûr bû yekemîn serokomarê reşik.
Mandela 5 salan serokomarî kir û di vê heyamê de makezagoneke nû çêkir û ji bo sûcên binpêkirina mafê mirovan yên berê hatibûn kirin bê lêkolîn komîsyon da avakirin.
Piştî heyamekê cihê xwe da alîkarê xwe Thabo Mbeki.
Mandela piştî serokomariyê Weqfa Nelson Mandela ava kir û bi rêya vê weqfê xebatên xêr û xêratê kir û li dijî feqîriyê têkoşiya. Mandela di dawiya emrê xwe de çû gundê xwe yê bi navê Qûnû û li vir jiyana xwe berdewam kir.
Mandela di sala 2011an de ji ber nexweşiya enfeksiyona pişikê dihat dermankirin.
Nelson Mandela xwediyê xelata aştiyê bû. Mandela ji ber xebatên xwe yên ji bo demokratîkbûnê di sala 1993an de tevî Klerk Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû.
Serokê DYAyê Obama
Serokê DYAyê Barack Obama diyar kir ku Mandela serkeftinên mezin pêk aniye û wiha got: "Ew îro çû mala xwe ya rastîn û em li vê dinyayê man. Me mirovekî hêja û wêrek wenda kir. Ew êdî ne tenê aidê vê demê ye, ew aidê serdeman e."
Sekreterê Giştî yê NYê Ban
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mûn destnîşan kir ku Mandela ji me re nîşan daye ku bi xeyal û xebatê meriv dikare ji bo edaletê çi bike û çi pêk bîne.
Serokwezîrê Îngilistanê Cameron
Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron der barê mirina Mandela de wiha got: "Ji dinyayê şemaleke mezin derbas bû."
Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng
Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng jî ji bo mirina Nelson Mandela ji Serokomarê Afrîkaya Başûr Jacob Zûma re peyama sersaxiyê şand.