Duh li bajarê Kerkûka Iraqê hin kesên çekdar êrîş birin ser avahiya îstixbaratê û xwestin ku binayê dagir bikin. Êrîş bi mudaxeleya hêzên ewlehiyê bi dawî bibû. Piştî êrîşa duh îro li Kerkûkê bêdengî heye.
Êrîşan duh nîvroyê dest pê kir û heta derengê şevê li navenda danûstandinê dewam kir. Hêzên ewlehiyê ji bo êrîşeke nû tevdîra xwe dîtin.
Hêzên ewlehiyê dora avahiya îstixbaratê girtin û nahêlin ku kes nêzî avahiyê bibe. Ji bilî pêşmergeyên ku ji Hewlêr û Silêmaniyê hatin, ji Bexdayê jî tîmên îstixbaratê hatin.
Ji bilî avahiya îstixbaratê li navenda danûstandinê jî şer dewam kiribû û agir bi navenda danûstandinê ketibû. Piştî ku şeveqê bû ronahî şewata navenda danûstandinê jî derkete holê. Hêzên ewlehiyê nahêlin kes bikeve vê derê jî.
Hêzên ewlehiyê ji bo êrîşeke duyem di teyaqûzê de ne û li bajêr jî bêdengî heye. Gelek esnafan dikanên xwe venekirin. Dibistan û zanîngeh jî hatin tetîlkirin.
Welatiyê bi navê Mistefa Ayet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em ditirsin. Ger ku êrîş li avahiya îstixbaratê jî hatibe kirin êdî cihekî ewle nemaye. Her çend îro roja betlaneyê nebe jî, tu kes derneketiye derve. Dikan hemû girtî ne."
Mistefa Yusuf jî got: "Ez ji ber êrîşê îro neçûm zanîngehê. Her kes ditirse."