Nihat Kavşut,Haydar Şahin
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
XARTUM
Nûçegihanên ajansên nûçeyan yên navneteweyî û çapemeniya Sûdanê elqeyeke mezin nîşanî serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya li Sûdanê dan.
Televizyon, ajans, malper û rojnamevanên Sûdanê bi berfirehî cî dan serdana Erdogan ya li Sûdanê.
Di serî Sûdan TV û Eş-Şuruq TV gelek televizyonên Sûdanê serdana Erdogan zindî weşandin.
Rojnameya Mîkroskopa Siyasî ya bi manşeta "Ji Erdogan serdaneke dîrokî" derket bi berfirehî qala serdana Erdogan kir.
Rojnameyên El-Wetan û Sûdan bi gotina "Hedefa Tirkiye û Sûdanê di ticaretê da 10 milyar dolar" derket û rojnameya Raya Giştî jî bi manşeta "Ji Erdogan û Beşir hevkariyeke stratejîn" hat weşandin.
Rojnameya Et-Tayyarê jî gotina Erdogan ya li Meclisa Sûdanê kir derxistin pêş ku got "Em amade ne ji bona parastina Qudsê berdêlê bidin."
Rojnameya Sibeyê di xebera xwe da sernavê "Erdogan ji Sûdanê hişyarî da Trump" bi kar abî û bal kişand ser hevoka Erdogan a ku dibêje "Hûn nikarin bi dolarên xwe va îradeya mirovan bikirin".
Rojnameyên Roj, El-Wefa, El-Exbarê jî hemû hûrgiliyên ziyareta Serokomar Erdogan a Sûdanê bi xwendekarên xwe ra pare vekirin.
Rojnameya El-Întibayê jî di pelgeke xwe da nivîseke bi sernavê "Ser çavan ra hatî Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan" weşand. Di nivîsê da hat gotin ku Tirkiye di civak, leşkerî û aboriya navneteweyî da bûye hêz û wiha hat gotin: "Tirkiyeya di Seroktiya Recep Tayyîp Erdogan da welatekê mezin e û giraniya wê heye ye. Hemû misliman ji ber ku vê dibînin kêfxweş dibin."
Yusif Ebdilmunîbê nivîskarê rojnameya Mîkroskopa Siyasî jî wiha nivîsî: "Di ziyareta dîrokî ya Erdogan da 12 peyman hatin îmzekirin. Bi taybetî peymanên di mijarên binesazî û aboriyê da zehf girîng in. Dibê em ji tecrubeya Tirkiyeya ku mezin dibe û pêş dikeve îstifade bikin."