Önder Beyter
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
MOSKOVA
Ji bo aktîvîstê mixalif ê ûris û avakarê "Fona Dijî Gendeliyê" Aleksey Navalny rêya namzediya serokatiya dewletê hat girtin.
Di daxuyaniya Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku ji ber tawanbariyên gendeliyê yên der heqê wî da û herwiha ji ber ku hat mehkûmkirin, li gorî qanûna hilbijartinê ya Rûsyayê, Navalny di hilbijartinên sala bê da nikare bibe namzedê serokatiyê.
Aktîvîstê mixalif, nivîskarê blogê û parêzer Navalny ku yek ji kesên navdar ê serkêşê xwepêşandanên dijî Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn e, ji ber sûcê xapandinê di 2014an da cezayê hebsê xwaribû.
Seroka Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê Ella Pamfilovayê gelek carî daxuyandibû ku Aleksey Navalny ji ber mehkûmiyeta xwe ya berê di hilbijartina serokatiyê da nikare bibe namzed.