Senatorê Amerîkî Sanders mesrefa êrîşên Amerîkayê yên dijî Îranê rexne kir
Ankara
Senatorê Amerîkî Bernîe Sanders daxuyand ku mesrefa êrîşên Amerîkayê yên dijî Îranê 22,8 milyar dolar e û got divê ev pere ji bo xizmetên kamuyê bê xerckirin.
Sanders li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ya ku navenda wê Amerîka ye, der barê bihayê êrîşên Amerîkayê yên dijî Îranê da peyamek weşand.
Sanders daxuyand mesrefa êrîşên Amerîkayê yên dijî Îranê 22,8 milyar dolar e û got divê ev pere ji bo xizmetên kamuyê bê xerckirin.
Sanders anî ziman ev pere dikare ji bo piştgiriya bernameyên xwarinê û kêmkirina krediyên perwerdeyê bê bikaranîn û wiha dewam kir: "Bi vî pereyî va me dikaribû ji 6,8 milyon zarokan ra xizmeta tenduristiyê bida, 2,6 milyon avahiyên civakî çêkira û 240 hezar mamoste wezîfedar bikira."
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Li gorî rayedarên Îranî di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hejmara kuştiyan ji 1348an û ya birîndaran jî 17 hezaran derbas bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
