ekîp
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar di konferansa Sererkanan a "Têkoşîna Dijî Rêxistinên Radîkal ên Alîgirên Tundiyê" de got navê îslamê û terorê bi hev ra bilêvkirin şaş e û peyva 'terora îslamî' nayê qebûlkirin.
Hûrgiliyên konferansa Sererkanan a "Têkoşîna Dijî Rêxistinên Radîkal ên Alîgirên Tundiyê" ya ku ji 73 welatan Sererkan, nûner, rêvebirên payebilind ên NATOyê beşdar bûbûn, hatin parvekirin.
Hat ragihandin di konferansê de hatiye gotin ku divê Îslam û teror li cem hevdu neyên gotin.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bi dest xist, Orgeneral Akar di konferansê de behsa tevgerên Tirkiyeyê yên li herêmê û feydaya wê kir.
Ji bilî vê, Akar got navê Îslamê û terorê bi hev ra bilêvkirin şaş e û peyva 'terora îslamî' nayê qebûlkirin. Hat ragihandin ku gotinên Akar ji hêla gelek sererkanên welatên din va hatiye pejirandin.
- Akar ji mixatabê xwe ra qala FETO kir
Sererkan Akar di konferansê da li ser têkoşîna ku Tirkiye bi Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) ra dide jî sekinî û ji mixatabê xwe ra qala rêxistinê kir ku rêxistinê hewl da ewlehiya neteweyî ya welatî wî têxe talûkeyê.
Akar diyar kir, çawa ku li dijî DEAŞê piştgiriya Tirkiyeyê tê kirin, divê li dijî FETOyê jî piştgiriya Tirkiyeyê were kirin.
Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunfort piştî konferansê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku divê fikra DEAŞa rêxistina terorê were pûçkirin, ev ji têkoşîna li dijî rêxistina terorê dijwartir e.
Dunford destnîşan kir ku divê alema Îslamê li dijî propagandaya DEAŞê bisekine, ev girîng e.