Dinya

Salvegera komkujiya Srebrenîtsayê

Piştî Şerê Dinyayê yê Duyemîn komkujiya Srebrenîtsayê li Ewropayê trajediya herî mezin a mirovahiyê tê binavkirin û tê da herî kêm 8 hezar û 372 sivîlên Boşnak hatin kuştin

Fatih Gazioğlu  | 10.07.2019 - Rojanekırın : 11.07.2019
Salvegera komkujiya Srebrenîtsayê

Bosnia and Herzegovina

Piştî Şerê Dinyayê yê Duyemîn komkujiya Srebrenîtsayê li Ewropayê trajediya herî mezin a mirovahiyê tê binavkirin û tê da herî kêm 8 hezar û 372 sivîlên Boşnak hatin kuştin. Gelê Bosna Hersekê çen 24 sal derbas be jî jî komkujiyê ji bîr nakin.

Hêzên Sirban di 11ê Tîrmeha 1995an de bi fermandariya Ratko Mladîc Srebrenîtsaya bajarê Bosna Hersekê dagir kirin, li bajêr komkujiyeke mezin kirin.

Di çarçoveya salvegera 24emîn da 33 qurbanên komkujiyê wê di 11ê Tîrmehê da di Goristana Potoçariyê da bên definkirin.

Li Goristana Potoçariyê bi cinazeyên nû jimarê kesên ku li hatine definkirin wê derkeve 6 hezar û 643 kesî.

Ji ser komkujiyê ra 24 sal derbas bûn, lê hê jî cesedê hezar kesî zêdetir nehatine dîtin.

- Biryar hat dayîn ku Hollanda di komkujiya Srebrenitsayê da "bi qismî" sûcdar e

Komeleya Dayîkên Srebrenitsayê sala 2007an da Hollandayê dabûn mehkemeyê.

Di sala 2014an da dadgeha herêmî biryar dabû di kuştina 300 mêrên boşnakî da "bi qismî" berpirsiyariya hikûmeta Hollandayê heye û Dadgeha Temyîzê ya Laheyê biryara dadgeha herêmî qebûl kiribû.

Dema şerê Bosnayê da Srebrenitsa di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) da ye.

11ê Tîrmeha 1995an da yekîneyên sirpan yên di fermandariya Serbaz Ratko Mladîç da dikevin Srebrenitsayê.

Tabûreke leşkerên Hollandayê di bin banê YEê da dixebite. 300 sivîlên boşnakî xwe dispêrin leşkerên Hollandayê û ew jî wan teslimî leşkerên Sirbî dikin. Boşnakên dikevin destê sirpan li çol û daristanan û di depoyan da tên kuştin.

Bûyerên qewimîn li Parlementoya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) wek komkujî tê qebûlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın