Nihat Kavşut
10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi pirdengî Mesrûr Barzaniyê ji bona avakirina hikûmetê hatibû wezîfedarkirin wek serokwezîr hilbijart û kabîneya wezîran ya ji 21 kesan pêk tê qebûl kir.
Li Meclisa HKIyê îro bi beşdariya 111 parlamenterî dengdayîn hat kirin û Mesrûr Barzaniyê kurê Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê yê berê ku meha borî ji bona avakirina hikûmetê hatibû wezîfedarkirin 88 ray hilda û wek serokwezîr hat hilbijartin û ji xeynî Wezîrê Neft û Çavkaniyên Sirûştî ku navê wî nehat eşkerekirin kabîneya wezîran ya ji 21 kesan pêk tê hat qebûlkirin.
Di dengdayîna ku parlamenterên Tevgera Nifşa Nû, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Civaka Îslamî (Komel) bêdeng man da piştî 10 mehan kabîneya nû hat avakirin.
Kabîneya hikûmeta nû ku Mesrûr Barzanî serokwezîrê koalîsyonê ye piştî ku Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî îmze kir wê dest bi wezîfeyê bike.
Di hikûmeta koalîsyonê da Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran (Guherîn), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tirkmen û Xiristiyan hene.
PDKya di hilbijartina Îlona 2018an da 45 parlamenter wergirtibû û bûbû partiya yekemîn di kabîneyê da serokwezîrî û 8 wezaret hilda û ew jî ev in: "Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Karên Navxweyî Rêber Ehmed Xelîl, Wezîrê Edaletê Firsed Sofî, Wezîrê Tenduristiyê Saman Hiseyîn Mihemed, Wezîrê Perwerdeyê Alan Hama Seîd Salih, Wezîrê Turîzm û Bajarvaniyê Sasan Osman Ewnî, Wezîrê Karên Diyanetê Piştevan Sadiq, Wezîrê Ceyranê Kemal Mihemed Salih û Wezîra Herêmê Vala Ferîd."
YNKya di hilbijartinê da 21 parlamenter hildabû û bûbû partiya duyemîn ji xeynî alîkarê serokwezîr 6 wezaret hilda û ew jî ev in: "Alîkarê Serokwezîr Qubat Talabanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Begerd Talabanî, Wezîrê Plansaziyê Dara Reşîd Mehmûd, Wezîrê Perwerdeya Bilind Aram Mihemed Qadir, Wezîrê Çand û Ciwaniyê Mihemed Seîd Elî û Wezîrê Herêmê Xalid Selam Seîd."
Tevgera Goran ku di hilbijartinê da 12 parlamenter wergirtibûn di kabîneyê da 4 wezaret hilda û ew jî ev in: "Wezîrê Aborî û Maliyeyê Awad Şêx Cenab, Wezîrê Îmarê Dana Ebdulkerîm, Wezîrê Ticaret û Pîşesaziyê Kemal Muslim û Wezîrê Karên Civakî Kuwestan Mihemed."
Di kabîneya nû da Aydin Merûfê Parlamenterê Eniya Tirkmenên Iraqê bû Wezîrê Herêmê û ji Xiristiyanan Ano Cewher jî bû Wezîrê Ragihandin û Gihandinê.
Ebdullah Mehmûdê ji lîsteya Modern û Azad ku 2 parlamenter derxistibûn bû Wezîrê Enfal û Şehîdan.