2018 ж. 27 ақпан•Rojanekirin: 2018 ж. 27 ақпан
PRAG
Hevserokê berê yê rêxistina terorê PYD/PKKyê Salih Muslim ku bi bultena sor lê digerin û pêr li Praga paytexta Çekyayê hat binçavkirin, anîn Dadgeha Bajarê Pragê.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji berdevkê dadgeha bajêr wergirt, danişîna Muslim li gorî dema Tirkiyeyê di saet 13.00an da dest pê kir.
Herwiha polêsan li pêşiya dadgehê tevdîrên xurt ên ewlekariyê wergirtin, komeke piçûk ya alîgirên rêxistina terorê jî xwepêşandan li dar xist.
Mensûbên çapemeniyê bernedan salona dadgehê.
Tirkiye dixwaze ku Muslim bi awayekî berwext were girtin û îadeyî Tirkiyeyê bikin.
Navê hevserokê berê yê rêxistina terorê PYD/PKKyê Salih Muslim di nava kategoriya sor a "Lîsteya kesên ku ji ber terorê li wan digerin" a Wezareta Karên Navxweyî da ye û xelata kategoriyê jî 4 milyon lire ye.