10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Dr. Alem Salihê akademisyenê Îranî: "Ji hêla siyasî û ewlehiyê va zeîfkirina YPGyê daxwaza Îran û Sûriyeyê ye. Ji ber derbeyên ku li YPGya Amerîkara jê ra dibe alîkar dikevin Îran kêfxweş e, lê Tehran aciz dibe ku Tirkiye bihêz bibe."
Dr. Salihê Hîndekarê Zanîngeha Lancasterê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dijî rêxistinê terorê dike û helwesta Îranê da axivî.
Alem Salih diyar kir li Sûriyeyê piştî ku DEAŞa rêxistina terorê têk çû rewş guherî û wiha dewam kir: "Rêxistinên wekî PYD/YPGyê derketin holê û hin herêman bi dest xistin û ev ji bona ewlehiya neteweyî û sînorên Tirkiyeyê rewşkeke wisa ye ku nayê qebûlkirin."
Salih diyar kir têkiliyên di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê da ji bona Tehranê zehf girîng in û got haya Îranê ji fikarên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriyeyê heye.
Dr. Alem Salih ji bona helwesta Îranê ya li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê wiha got: "Ji hêla siyasî û ewlehiyê va zeîfkirina YPGyê daxwaza Îran û Sûriyeyê ye. Ji ber derbeyên ku li YPGya Amerîkara jê ra dibe alîkar dikevin Îran kêfxweş e, lê Tehran aciz dibe ku Tirkiye bihêz bibe. Îran demeke dirêj e ji helwesta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê aciz e û divê neyê hêvîkirin ku ev di şevekê da biguhere. Wek mayîn Îran di operasyona Efrînê da wê kefxweş bibe ku zirar bigihêje Tirkiye û YPGyê, lewra Tirkiye û YPG li Sûriyeyê reqîbên Îranê ne."