ERBÎL
Li gor agahiyan tenduristiya Serokomarê Iraqê û Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî di asteke baş de ye.
Sekreteriya Serokomariyê ya Iraqê der barê tenduristiya Talabanî de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha tê destnîşankirin: "Bijîşkê Mam Celal yê taybet Prof. Dr. Necmeddîn Kerîm diyar kir ku tenduristiya Talabanî di asteke baş de ye û her ku diçe jî ber bi başiyê ve diçe."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jina Talabanî Hêro Îbrahîm Ahmed jî ji bo ku rewşa Talabanî bi çavê xwe bibîne çûye nexweşxaneyê û wiha tê gotin: "Hêro Îbrahîm rewşa Mam Celal bixwe dîtiye."
Duh êvarê Kurdsat TV ya ku navenda wê li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) e wêneyên dawîn ên Celal Talabanî weşandibûn.
Talabanî di 18ê çileya pêşîn a 2013an de li Bexdaya paytexta Iraqê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û pişt re ji bo dermankirinê sewqî Almanyayê kiribûn.