Fatih Gazioğlu
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
TEHRAN
Mihemed Elî Caferiyê Fermandarê Mihafizên Şoreşa Îranê, Serokomar Ruhanî rexne kir û got ku ew qet eleqeyê nîşanî pirsgirkên gel yên li ser aboriyê nade.
Li gor nûçeya malpera Sepahnewsê, Mihemed Elî Caferiyê Fermandarê Mihafizên Şoreşa Îranê Serokomar Ruhanî ji ber daxuyaniya wî rexne kir û wiha got:
"Karê me parastina şoreşa Îranê ye. Di nav wezîfeyên me de tiştekî din jî heye. Ew jî ji bo gelê xwe xebat e û çareserkirina pisrgirêkên gel yên li ser aboriyê ne."
Caferî ji bo rexneyên Serokomar Ruhanî yên der heqê wan da wiha got:
"Armanca van daxuyaniyan ew e ku berpirsyariya xwe ya li hemberî gel ji ser xwe biavêjin. Dixwazin di navbera me de polemîk çêbe û ew karê xwe nekin."
Ruhanî roja pêncşemê di fitarê da Mihafizên Şoreşa Îranê rexne kiribûn û wiha axivîbû: "Lazim e fealiyetên aboriyê em ji destê dewletê derxin û bidin gelê sivîl. Me çi kir, me şûna vê aborî dewrî saziyeke ku di destê wan da tiving û çapemenî heye kir. Ev xeta bû. Sektora me ya taybet ji ber vê zirarek mezin dît."