Önder Beyter
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 18 Nîsan 2019
Li Sûriyeyê hêzên rejima Beşar Esed ku ji artêşa rejimê û komên terorîst ên biyanî ên Îran li pişt wan e pêk tê li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" êrîşî konbajarekî kirin û 7 sivîl hatin kuştin, 4 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejima Esed li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" bi top, hawin û roketan êrîşî gundên Um Celal û Em Tuweyne yên li rojhilatê başûrê Îdlibê û navçeya Kefer Zîta ya li kirê bakurê Hemayê kirin.
Midûrê Parastina Sivîlên Îdlibê (Serspî) Mistefa Hec Yûsif di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di êrîşên hêzên rejimê yên dijî konbajarekî li gundê Um Tuweyneyê da 3 jê zarok 3 jê jin 7 sivîl hatin kuştin û herî kêm 4 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ku Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) di 2yê Nîsanê da weşand, di êrîşên rejima Esed, komên terorîst ku Îran piştevanê wan e û Rûsyayê da meha adarê 135 sivîl hatin kuştin.
Hêzên rejimê ligel rêkeftina Soçiyê, êrîşên xwe didomînin. Ew berpirsyariya Rûsyayê ku di çarçoveya peymana Astanayê da bû garantorê rejima Esed, heye ku rê li êrîşên rejimê bigire. Mixalifên eskerî jî di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ku 17ê Îlona 2018an hatibû îmzekirin da çekên xwe yên giran di 10ê Cotmeha 2018an da ji herêmê derxistibûn.