Nihat Kavşut
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2020
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rejima Beşşar Esed li Îdlibê bi êrîşên xwe yên qestî yên dijî sivîlan û saziyên tenduristiyê û xebatkaran sûcê şer dike.
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya NYê rapora xwe ya Mijdara 2019-Hezîrana 2020an eşkere kir ku der barê rewşa mafên mirovan ya li Îdlibê û derdora wê da hat amadekirin.
Di rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya NYê da hat ragihandin ku rejima Esed li Îdlibê û derdora wê bi êrîşên xwe yên qestî yên dijî sivîlan û saziyên tenduristiyê û xebatkaran sûcê şer dike.
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya NYê di rapora xwe da ragihand ku Hêzên Esmanî yên Rûsya li Îdlibê bombeyên misketê diemilîne û bi êrîşên xwe yên eletexmînî ku dibe ser sivîlan dikeve nav tevgerên wisa ku dişibin sûcên şer.