İdris Okuducu
25 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
HEWLÊR
Ji bo qaşo 'referandûma serxwebûnê' ku HKIyê biryara wê da û herwiha dadgeha Iraqa Federal jî wekî 'dijî destûra bingehîn' ragihand, hilbijêr îro diçin ser sandoqan.
Referandûm li parêzgeha Hewlêr, Silêmanî û Dihokê û herwiha li deverên ku statûya wan binîqaş e û Pêşmerge jî piştî 2014an bi hinceta 'şerê dijî DEAŞê' ew der kontrol kiribûn ku ev der jî tevahiya parêzgeha Kerkûkê, Tuzxurmatûya navçeya Selahedînê, navçeya Xaneqînê, bajarokê Mendelî, Celewle û Karatepe yên ser parêzgeha Diyalayê ne, tê kirin.
Rêjeya dengdêran a li parêzgehan jî wiha ye; li Hewlêrê milyonek û 200 hezar, li Silêmaniyê milyonek û 280 hezar, li Kerkûkê 750 hezar, li Duhokê 800 hezar, li deşta Mûsilê 750 hezar û li deverên din jî qedera 420 hezar dengdêr hene.