Önder Beyter,İbrahim Atmaca
24 Îlon 2017•Rojanekirin: 25 Îlon 2017
HEWLÊR
Ji bo qaşo 'referanduma serxwebûnê' ku rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) biryara wê da û herwiha dadgeha Iraqa Federal jî wekî 'dijî destûra bingehîn' ragihand, hilbijêr wê 25ê Îlonê roja duşemê biçin ser sandoqan.
Tirkmen û ereb biryara yekalî ya rêveberiya Hewlêrê boykot dikin. Referandumê li parêzgeha Hewlêr, Silêmanî û Dihokê û herwiha li deverên ku statûya wan binîqaş e û Pêşmerge jî piştî 2014an bi hinceta 'şerê dijî DEAŞê' ew der kontrol kiribûn ku ev der jî tevahiya parêzgeha Kerkûkê, Tuzxurmatûya navçeya Selahedînê, navçeya Xaneqînê, bajarokê Mendelî, Celewle û Karatepe yên ser parêzgeha Diyalayê ne, were kirin.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya HKIyê, referandumê li parêzgeha Mûsilê li navçeya Şengal, Mexmûr, Til Keyf, Hemdaniye û Şêxanê, li bajarokê Zûmar, Rebîe, Nemrûd û Bertîlayê ku çendek berê ji rêxistina terorê DEAŞê hatibûn rizgarkirin jî bê kirin.
Hikûmeta navendî ya Iraqê bi tundî dijî referandumê derdikeve. Ji ber ku biryara referandumê wekî dijî destûrê hat qebûlkirin, paytext Bexda tevda wê li bajarên din sandoq neyên danîn.
Hilbijêrên ku li dervayî Iraqê dijîn jî wê ji ser pergala elektronîk ra beşdariya qaşo referandumê bikin.
- Sandoq li 12 hezar noqteyan tê danîn
Komîsyonê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji bo qaşo referandumê amadekarî xilas bûn, hemû sandoq li cihê diyarkirî hatin danîn û herwiha pisûleyên dengdayînê hatin çapkirin. Hat diyarkirin ku li 12 hezar noqteyan ku jê 7 hezar li hundirê HKIyê, jê 5 hezar jî li deverên binîqaş in, wê dengdayînê pêk were.
Komîsyona Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya HKIyê destnîşan kir ku herêmên binîqaş tevda, ew pêşbîniyê dikin ku nêzîkî 5 milyon û 200 hezar kes beşdarî qaşo referandumê bibin.
Rêjeya dengdêran a li parêzgehan jî wiha ye; li Hewlêrê milyonek û 200 hezar, li Silêmaniyê milyonek û 280 hezar, li Kerkûkê 750 hezar, li Duhokê 800 hezar, li deşta Mûsilê 750 hezar û li deverên din jî qedera 420 dengdêr hene.
Tuzxurmatûya navçeya Selahaddînê, Xaneqîna navçeya Diyalayê, bajarokên Mendelî, Celavla û Karatepeyê hejmareke hilbijêran nayê gotin. Digel vê her du meclisên bajêr ên van her du wilayetan jî hefteya borî bi pirdengî referandum red kiribûn ku li herêma wan neyê kirin.
- Agahiyên hilbijêran nehatin rojanekirin
Tê îdiakirin ku daneyên hilbijêran ên ku komîsyonê eşkere kir, daneyên hilbijartina giştî ya ku di Nîsana 2013an da li Iraqê hat kirin e û nehatiye rojanekirin.
Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê Mûsil û hin herêmên Kerkûkê dagir kirin, gelek sivîlan malên xwe terk kirin û bûn penaberên navxweyî. Ji ber vê yekê li Mûsilê herêmên ku sandoq qê lê werin danîn, ji ber ku gel penaberên navxweyî ne zêde kes wê neçin ser sandoqan.
Tenê Îsrail piştgiriyê dide referandumê. Amerîka, Rûsya, Fransa, Îngiltere, Almanya, Tirkiye û welatên din li dijî referandumê ne û dixwazin were betalkirin.