Rayederekî hikûmeta Sûriyeyê pêvajoya di navbera rêveberiya Şamê û PKK/YPGê da nirxand

Damascus
Rayederekî hikûmeta Sûriyeyê ku ji televizyona fermî ya dewleta Sûriyeyê El Îxbariyeyê ra axivî, anî ziman ku heta PKK/YPGya rêxistina terorê bi awayekî tam bi artêşa neteweyî va entegre nebe, ewê daxwaza wan beşdarbûnê ya weke blokekê qebûl nekin.
Rayedarê hikûmeta Sûriyeyê ji bo qenala navborî derbarê hevdîtinên digel HSDê yên li ser entegrasyona bakurê rojhilatê welêt nirxandin kirin.
Rayedarî destnîşan kir ku bangên "nasnameya serbixwe" li dijî binemaya hevwelatîbûnê ne û bi ti şert û mercan da nayê qebûl kirin û tekezî jî kir ku bangên bi vî hawayî weke bangên cihêxwaziyê tên nirxandin.
Rayedarî herwiha tekezî kir ku ew gotinên li ser "çek nedanin" û tevlîbûna artêşa neteweyî ya yekbûyî wekî "blokek eskerî" bi awayekî teqez red kirin.
Rayedarî diyar jî kir ku nêzîkatiyên weha bi awayekî zelal bi ruhê avakirina artêşek hevbeş ra nakok in.