Ethem Emre Özcan
09 Adar 2025•Rojanekirin: 10 Adar 2025
Rami Mahlufê pismamê serokê têkçûyî Beşar Esed, li Lazqiyeyê êrîşên li dijî hêzên ewlekariyê kir armanc û wiha axivî, "Ma we çima vî miletî bêsûc û guneh kir defikên xwe? Pere we hilda, xwîn, çewisandin û birçîbûn jî bû para gelê me."
Pismamê Esed Mahluf, derbarê bûyerên li bajarê Lazqiyeyê qewimîn da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hin agahî parvekirin.
Mahluf îdia kir ku li herêmê wextê mudaxaleyên hêzên ewlekariyê gelek sivîlên bê sûc û guneh hatin kuştin û generalê rejima têkçûyî Giyas Delle wekî berpirsê qewaman nîşan da.
Di 6ê Adarê da li herêmê hêzên rejima têkçûyî li dijî hêzên ewlekariyê kozik vedabûn, di encamê da 11 hêzên ewlekariyê hatibûn kuştin û ev bûyer pêl dabû, Mahlûf jî Giyas Delle wekî berpirsê bûyeran hedef girt û wiha got, "We çi anî serê gelê me? We bi xwîna gelê me ticaret kir? Ma hûn nizanîbûn piştî êrîşên li hemberî hêzên ewlekariyê wê bertekek tund bê nîşandan? Ma we çima vî miletî bêsûc û guneh kir defikên xwe? Pere we hilda, xwîn, çewisandin û birçîbûn jî bû para gelê me."