Nihat Kavşut
21 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
RIYAD
Selman bîn Ebdulezîzê Qralê Erebistana Siûdî û Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi têlefonê axivîn.
Li gor nûçeya SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî di xeberdanê da Trump êrîşa bi moşekên balîstîk ya hûsiyên li Yêmenê li Riyada paytextê Erebistana Siûdî kirin şermezar kir.
Trump destnîşan kir ev êrîş dijî îstiqrar û ewlehiyê midaxele ye û nayê qebûlkirin û wiha got: "Di hemû êrîşên dijî ewlehiya neteweyî da Amerîka li cem Erebistana Siûdî cî digire."
Di xeberdanê da hat diyarkirin rejima Îranê ya ji bona hûsiyên li Yêmenê moşekan peyda dike ji ber talûkeya li dijî ewlehiya herêmê û Erebistana Siûdî berpirsyar e. Qral Selman û Trump destnîşan kirin divê li gor biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tevbigerin.
Wek mayîn hat diyarkirin ji bona xelkê Yêmenê xebatên alîkariya însanî bên meşandin.