Sevim Hatun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
BİŞKEK
Serokomariya Qirgizistanê ji bo alîkariya Ajansa Anadoluyê (AA) bo xurtkirina peywendiyên herdu welatan, xelat da AAyê.
Li Avahiya Serokomariyê berî 7ê Mijdarê Roja Enformasyon û Metbaeyê, bernameya xelatdayin û pîrozkirinê hat lidarxistin.
Serokwezîr Sapar Îsakov di merasimê de cejna çapemeniyê ya rojnamegeran pîroz kir.
Îsakov wiha axivî: "Hikûmeta Qirgiz, rojnamegerên ku pirsgirêkên hikûmetê bi eşkereyî radigihînin, pîroz dike. Em, her dem ji bo diyalog û xebata hevpar amade ne, lewra hedefên me yên hevpar hene."
Di merasimê de Serokê Îdareya Serokomariyê Almazbek Usenov AAyê ji bo alîkariya ku bo xurtkirina peywendiyên Qirgizistan-Tirkiyeyê, pîroz kir û belgeya spasiyê da AAyê.
Nûçegihanê AAyê yê Qirgizistanê Nezir Aliyev xelat wergirt.