Dinya

Qeter şêniyên li derdora Balyozxaneya Amerîkayê texliye dike

Muhammed Emin Canik  | 05.03.2026 - Rojanekırın : 05.03.2026
Qeter şêniyên li derdora Balyozxaneya Amerîkayê texliye dike

Istanbul

Wezareta Karên Navxweyî ya Qeterê eşkere kir ku "bi sedema ewlehiya qamûyê" dest bi texliyekirina şêniyên li derdora Balyozxaneya Amerîkayê kir.

Di daxuyaniya wezaretê da biwarê mijarê agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku bi sedema ewlehiya qamûyê wekî tedbîreke berwext, şêniyên li derdora Balyozxaneya Amerîkayê tên texliyekirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, ji bo kesên tên texliyekirin, cihên alternatîf ên bicihbûnê hatin temînkirin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Bahreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Huseyîn Kermanpûrê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da 926 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın