Nihat Kavşut
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Piştî ku Derrick Watsonê Dadgera Federal yê Hawaiyê biryara Donald Trumpê Serokê DYAyê ya qedexeya seyehatê ji bona 8 dewletan hatibû dayîn betal kir Qesra Sipî rexne li Watson girt û îdia kir wê dadger biryareke rast bide.
Qesra Sipî destnîşan kir biryara dadger biryareke xelet û bitalûke ye û got wê Wezareta Dadê ya DYAyê demildest bikeve dewrê û ji bona biryar nekeve rewacê serlêdanên xwe yên hiqûqî bide destpêkirin.
Rêvebiriya DYAyê 24ê îlonê ji bona welatiyên Îran, Somalî, Yêmen, Libya, Sûriye, Koreya Bakur, Venezuela û Çadê biryara qedexeya seyahetê derxistibû û Watsonê dadgerê Hawaiyê bi hinceta "li gor nijadê cudakarî tê kirin" do biryara hatibû dayîn betal kiribû.