Azat Muhammet
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
DUHOK
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman li Dinyayê û alimê Kurd Prof. Dr. Elî Qeredaxî, der barê qetlîamên li Arakanê de got: "Misilmanên li herêma Arakanê ya Myanmarê ji aliyê hikûmeta bûdîst û artêşa wî welatî ve rastî komkujî û qirkirinê hatine. Jer vê lazim e hikûmet û artêş werin mehkemekirin."
Alimê kurd Qeredaxî, li ser qetlîamên li Arakanê li dijî Misilmanan nirxandinên giring ji bo peyamnêrê AAyê kirin.
Qeredaxî bal kişand ser wê yekê ku ew wek Yekîtiya Alimên Misilman li Dinyayê vê qetlîama li dijî Misilmanên Arakanê şermezar dikin.
Alimê Kurd Qeredaxî li ser mijarê wiha nirxandin kir:
"Ev sûcên qirêj ên li dijî mirovan û mirovahiyê divê demildest bidawî werin. Hem divê qetlîam di zûtirîn demê de werin sekinandin û hem jî hikûmet û artêşa Myanmarê, li Mehkemeya Sûcên Navneteweyî werin mehkemekirin. Lazim e cezayê ku heq dikin bistînin."
Qeredaxî ji bo mehkemekirina hikûmeta Myanmarê bangewaziya welatên Îslamî kir û got:
"Divê hemû welatên Îslamî helwestê bigirin û arîkar bin ku Myanmar were mehkemekirin. Herwiha divê sûcên tên kirin wek qirkirin were naskirin."