HEWLÊR
Kurdên ji bo alîkariyê bidin pêşmergeyên ku li dijî rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) şer dikin hatin herêma şer, li ser sînoran kozik vedan û sînoran diparêzin.
Di nav de gelek pêşmergeyên teqawîtbûyî jî bi hezaran kurd li eniya Mexmûr, Guwer û Hazerê ji bo şer xwe amade kirin. Ewlehiya rêya Hewlêr-Mexmûr û Hewlêr-Mûsilê jî bi sedan pêşmergeyên biçek û rext ên dildar pêk tînin.
Ji pêşmergeyên dildar hin ên bêçek alîkariyê didin birîndaran, hin bi karê birin û anîna xwarin û vexwarinê re mijûl dibin, hin çekan amade dikin, xendek û çelan vedidin, hin jî ji bo karibin li ser rê milîtanan bidin sekinandin bariyerên ji betonê çêdikin.
"Ji bo li pêşiya artêşe têbikoşim, li benda fermana fermandarên xwe me"
Xafûr Ewniyê li harêma Guwerê piştgiriyê dide pêşmergeyan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew pêşmergeyekî teqawitbûyî ye û wiha dewam kir: "Ji bo parastina axa xwe min dîsa çek hilda. Li vê herêmê min berê pir şer kir. Ez amade me ku ji bo parastina gelê xwe can bidim. Ji bo li pêşiya artêşe têbikoşim, li benda fermana fermandarên xwe me."
Îsmaîl Evdilayê (70) ku li ser xeta parastinê ya 3 kîlomêtro dûrî Mexmûrê têdikoşe û alîkariyê dide pêşmergeyan got ku îw di dema bavê Mesûd Barzanî Mistefa Barzanî de şer kiriye û wiha dewam kir: "Ez ji pêşmergeyên berê ji yên bitecrûbe me. Hûn li kalbûna min menêrin, ez hêj li ser xwe me. Dema ku min bihîst pêşmergeyên li Şengalê vekişiyan, min nekarî li ber xwe bidim û min çek û rext hilda û hatim herêmê."
Evdilah çeka xwe yê ku li Almanya hatiya çêkirin nîşan da û got: "Menzîla vê çekê 2 kîlomêtro ye. Ez ê bi vê çekê gelek milîtanên DÎŞIê têk bibim."