İbrahim Atmaca
30 Îlon 2018•Rojanekirin: 30 Îlon 2018
HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêşengan ji bo hilbijartina parlamenteriyê reyên xwe li herêmên cuda avêtin.
Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî li navenda Hewlêrê, Serokê berê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesût Barzanî li Salahaddîna bajaroka Hewlêrê, Alîkarê Serokwezîr û Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talabanî jî li Silêmaniyê dengê xwe da.
Mesût Barzanî hêvî kir ku hilbijartin di nav aramiyê da derbas bibe û wiha dewam kir: "Îro gel wê biryarê bide. Îro gel wê giraniya aliyan kifş bike. Lê ev nayê wê meneyê ku pêdiviya me bi yekîtiyê tuneye. Em bira ne û encam wê kêrî gelê me were."
Alîkarê Serokwezîrê HKIyê û Endamê Polîtburoya YNKyê Qubad Talabanî bangî welatiyan kir ku herin ser sandoqan û got ku di vê hilbijartinê da denge wê biguherin.
Talabanî destnîşan kir ku divê meriv hîn bibe ku meriv ê bi cudahiyan ra çawa bijî û wiha dewam kir, "Heke di mijarekê da pirsgirêk hebe, bira hema peyê ra gijgijîn çênebe. Ez hêvî dikim ku ji dêvla hêzê, bernameya hemû partiyan a siyasî hebe."
- Ji Gorana partiya mixalefetê banga beşdarî hilbijartinê bibin
Pêşengê Hereketa Goranê Omer Seyyîd Elî piştî ku li dibistaneke Silêmaniyê dengê xwe da, daxuyanî da rojnamegeran û bangî jin, mêr û hemû welatiyên ku reya wan heye kir ku bi awayekî demokratîk herin ser sandoqan û tevî pêvajoya demokratîk bibin.
Elî diyar kir ku bi saya dengê ku gel wê bavêje, di nexşeya siyasî ya herêmê da guhertinê çêbibe û xwest ku Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumê ya Serbixwe ya HKIyê pêşî li ber sextekariyên hilbijartinê bigre.
- Tu mifayeke Serokomariyê ji Kurdan ra çênebûye
Pêşengê Hereketa Nifşa Nû Şasiwar Ebduwehîd jî reya xwe li Silêmaniyê avêt û paşê li ser pirsgirêka serokomariyê daxuyanî da rojnamegeran.
Ebdulwehîd diyar kir ku li Iraqê ji sala 2006an vir va miqamê Serokomariyê para Kurdan dikeve, lê vî miqamî tu mifayek nedaye Kurdan, ji dêvla ku partiyê Kurdan li ser namzedên serokomariyê nîqaşê bikin, bira ji bo benda 140emîn a ku qedera herêmên binîqaş ên wek Kerkûkê têkoşînê bidin, ev xêrtir e.
Pêşengê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Salahaddîn Bahaddîn jî reya xwe li Silêmaniyê, Dibistana Seretayî ya Sablaxê avêt.