Dinya

Di êrîşa dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya li Silêmaniyê da 4 xebatkarên Yêmenî hatin kuştin

Bekir Aydoğan  | 27.04.2024 - Rojanekırın : 28.04.2024
Di êrîşa dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya li Silêmaniyê da 4 xebatkarên Yêmenî hatin kuştin

Arbil

 Hat diyarkirin ku bi wesayîta asîmanî ya bêmirov (ÎHA) êrîşî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya li Silêmaniyê kirin û di êrîşê da 4 xebatkaên Yêmenî hatin kuştin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Pêşewa Hewramanî der bar êrîşa dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya ku Dana Gasa şirketa vejenê ya navenda wê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban e ya bi ÎHAyê hat kirin da daxuyaniya nivîskî da.

Hewramanî di daxuyaniya xwe da got ku "Car din destên şer Tesîsa Xazê ya Kormorê bi êrîşeke terorîst va hedef girtin. Mixabin ku ji ber êrîşê 4 karkerên Yêmenî jiyana xwe ji dest dan, di sehaya xazê da jî gelekî tehrîbat û zirara madî çêbû. Ev êrîş jî di hilberîna ceyranê da dê bibe sedema çûyînan."

Di daxuyaniya hevpar a Wezaretên Ceyran û Çavkaniyên Tebiî yên HKIyê da jî hat ragihandin ku ji ber êrîşê di hilberîna ceyranê da 2 hezar û 500 megawat kêmbûn çêbû.

Di 25ê rêbendanê da jî bi ÎHAyê êrîşê Tesîsa Xazê ya Kormorê kiribûn û salên borî jî tesîs rastî êrîşên moşekê hatibû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın