Ji fermandarên berê yên Ebû Îsaya muxalif a li Sûriyeyê Mihemed Hassûn got PYD hewl dide ku ciwanên ereb ên li herêmê hilîne leşkeriyê.
Hassûn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeya Tel Abyada girêdayî bajarê Raqqayê li hember DAEŞa rêxistina terorê şer dikirin lê belê dema hîn bûn koma ku girêdayî wê ne arîkariya PYDyê dike bi gelek hevalên xwe re ji herêmê dûr ketin.
Hassûn destnîşan kir ku gotin û kirinên PYDyê ji hev gelekî cuda ne û got ku "Ji ber polîtîkaya tehcîrê ya ku tetbîq dikin, hema bêje temamiya ereb û tirkmenên li Tel Abyadê mecbûr man ku koç bikin."
Hassûn qal kir ji ber ku naxwaze di eniyên PYDyê de şer bike bi malbata xwe re xwe sipart Tirkiyeyê. Hassûn got ku PYD dixwaze ku erebên ku li navçeya Tel Abyadê dijîn hilîne leşkeriyê ji ber wê jî ciwanên sûriyeyê direvin Tirkiyeyê.
-"Çek û pere pêşniyaz kirin"
Hassûn qise kir ku PYD gelek gundên li Tel Abyadê bi arîkariya DAEŞê sûcdar dike û wiha axivî:
"Gotine me jî ku em gundên ereb û tirkmenan vala bikin. Heke ne xwestin ku em gundan bombebaran bikin û tehliyeya gundan pêk bînin. Ew her kesê ji bilî xwe wekî DAEŞê bi nav dikin. Halbûkî tişteke wisa tune. Piştî ku ez di pevçûnê de birîndar bûm ez birim nexweşxaneyê. Di dema dermankirina min de çek û pere pêşniyazî min û hevalên min kirin. Em bi hevalên xwe re şêwirin û me pêşniyaza wan qebûl nekir."
Hassûn got ku divê geşedanên li Tel Abyadê gelekî baş bên analîz kirin.
Hassûn qal kir ku Tirkiyeyê ji serî ve deriyên xwe ji bo gelê mesûm ê Sûriyeyê vekir û wiha axivî: "PYD helwesteke gelekî cuda nîşan dide. PYD hewl dide ku ciwanên ereb ên li herêmê hîlîne leşkeriyê. Piraniya ciwanên naxwazin ku tevî eniyên wan bibin xwe sipartin Tirkiyeyê. Li bajarê Resûlaynê gelek ciwanên ereb an bi pereyan an jî ji ber ku ditirsin ji bo 6 mehan hildan leşkeriyê. Li ser ciwanên ereb kesekî ji PYDyê heye, ciwanan nabin cihên pevçûnan. Ciwanên erebê bêtir ji bo ewlehiya navçeyê dixebitin."
Hassûn da zanîn ku ji sedî 90ê gelê Tel Abydaê ji ber polîtîkaya tehcîrê ya PYDyê bi mecbûrî ji malên xwe derketin û got ku dest datînin ser mal û kargehên ku hatine terikandin.