Muhammet Kurşun
14 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ANKARA
Wezarta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê li ser gengeşiya li Şengalê di navbera Pêşmerge û alîgirên PKKyê de ragihand ku "PKK ji bo şerekî derxîne xwest li Xanesorê êrişî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê bike. Lê polêsê sivîl hewl da rewşê kontrol bike û pevçûn dernekeve."
Wezareta Navxweyî bi daxuyaniyeke nivîskî meseleya îro li Xanesora Şengalê rû da ji bi raya giştî ronî kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêxistina terorî PKK çend roj in ji bajarên Heseke, Dêrik û navçeyên din ên Rojava xelkê sivîl û çekdarên xwe tîne sînorê Şengalê û serê rojekê aloziyekê durist dike.
Hat ragihandin ku her çi li herêma Şengalê rû dabe bi destê PKKyê bûye û polêsê sivîl ê Herêma Kurdistanê bi tu awayî ji vê ne berpirs in.
Li ser mebest û armanca PKKyê jî di daxuyaniyê de van îfadeyan cih girt:
"PKK bi bernameyeke amadekirî biisrar dixwaze ku li herêmê aloziyê û ajaweyê derxîne. PKK bi awayekî bênavber heqaretê li hêzên Herêma Kurdistanê dike û wan biçûk dixîne. PKK bi hemû hewlên xwe dixwaze pevçûnek rû bide. Ji bo vê armancê ji bajarên Heseke, Dêrik û navçeyên din ên Rojava xelkê sivîl û çekdarên xwe tîne sînorê Şengalê û serê rojekê aloziyekê durist dike."
Li ser gengeşiya îro zêdetir agahî hatin dayîn û daxuyaniyê wiha dewam kir:
"PKK ji bo şerekî derxîne xwest li Xanesorê êrişî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê bike. Lê polêsê sivîl hewl da rewşê kontrol bike û pevçûn dernekeve."
Di daxuyaniyê de Wezareta Navxweyiyê bal kişand hedefa PKKyê:
"Em dubare dikin. Îro her çi rû dabe bi destê PKKyê bûye. Polêsê me bi tu awayî ne berpirs e. PKK bi qesdî dixwaze şerek derkeve û birayên me êzidî bike wasiteyên planên xwe yên qirêj. Em dîsa dubare dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tu awayî naxwaze rûbirûbûnek çêbibe. Bila PKK biaqil tevbigere."