Nihat Kavşut
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
AMMAN
Hat ragihandin Urdun, Rûsya û DYAyê li hev kirin ku li başûrê Sûriyeyê herêma bêpevçûn bê avakirin.
Li gor nûçeya PETRAya ajansa fermî ya Urdunê Mihemmed el-Mumeniyê Berdevkê Hikûmetê û Wezîrê Enformasyonê ya Urdunê ragihand rayedarên DYA, Rûsya û Urdunê yên li paytext Ammanê civiyan li hev kirin ku li başûrê Sûriyeyê herêma bêpevçûn bê avakirin.
Mumenî destnîşan kir armanca peymanê ew e li Sûriyeyê bûyerên tundiyê bisekinin û ji bona qeyranê çareseriyeke siyasî bê dîtin û wiha got: "Di peymana teze da her sê dewlet piştgiriyê didin peymana di 7ê tîrmehê da ji bona li rojhilatê başûrê şer bisekine hat kirin."
Bi hewldanên Urdunê meha gulanê di navbera her sê dewletan da hevdîtin dest pê kiribûn û di encamê da biryar hatibû dayîn pişrtgiriyê bidin agirbestê, rageşiya li welêt heta ku îstiqrar çêbe bê kêmkirin û destûr bê dayîn ku alîkariya însanî bigihîje herêmê.