Dinya

Pentagonê paşve gav avêt: Eskeran ji Washingtonê venakişînin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper biryar dabû ku eskerên nêzî Washington DCya paytext vekişin, lê hat ragihandin ku Esper biryara xwe di nava rojê da paşve kişand.

İbrahim Atmaca   | 04.06.2020
Pentagonê paşve gav avêt: Eskeran ji Washingtonê venakişînin

Washington DC

Ji bo George Floydê ku li eyaleta Mînnesotayê di binçavkirinê da polês çoka xwe da ser stûyê wî, ew fetisand û kuşt, li welêt protesto tên kirin û ev protesto ketin roja yanzdehemîn. Li welêt ji bo bûyerên tundiyê nîqaşên midaxaleya eskerî tên kirin û Wezareta Parastinê (Pentagon) jî gavên nakokî davêje.

Rayedarên parastinê daxuyanî da ajansa nûçeyan a APyê ya Amerîkayê û gotin ku hezar û 600 eskerên ku ji Tumena 82yemîn û Tumena Çiyager a 10emîn pêr êvarê sewqî herêma Washingtonê kirin, wê ji êvarê pê va vekişin baregehên xwe. Lêbelê piştî demeke kin Sekreterê Giştî yê Hêzên Bejahî yê Amerîkayê Ryan McCarthy daxuyanî da APyê û got ku Wezîr Esper biryara veşikînê paşve kişand.

Ji berdevkên Pentagonê Yarbay Chris Mitchell der heqê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Tu guhertin tuneye. Eskerên ku behsa wan derbas bû wê li Herêma Paytext a Neteweyî di teyaqûzê da bimînin, lê wê nekevin DCyê."

Yarbay Mitchell got ku biryara vekişînê ji eskerên bicihbûyî ra nehat ragihandin.

Pentagonê ji bo tevdîrê nêzî 1600 esker li herêma Washingtonê dabû bicihkirin û li gor daxuyaniya ewil 200 esker wê duh êvarê paşvekişiyana.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın