Pêşnûmaya Qanûnî ya ku hin mafên siyasî, perwerdehî û çandî yên tirkmenan diparêze di Parlementoya Iraqê de nehat qebûlkirin.
Alîkarê Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) û Parlementerê Kerkukê Hesen Tûran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Pêşnûmaya Qanûnî ya Mafên Tirkmenan bi lez û bez pêşkeşî parlementoyê hat kirin. Firsend nedan ku siyasetmedarên tirkmen bi awayekî baş bixebitin û partiyên din hay ji vê yekê bikin bi lez û bez ji bo pêşnûmayê ray dan. Lê heke firsend bidana, me yê ji siyasetmedaran re qala vê pêşnûmayê bikira ku ji bo tirkmenan çi di nav xwe de dihewîne."
Tûran destnîşan kir ku ew bi hêvî ne û di heyama qanûnîya pêş de carek din dê pêşnûmayê bînin rojevê.
Mûhammed Takî Mevlayê Parlementerê Mûsilê yê ku di Lîsteya Îtifaqa Neteweyî ya Iraqê de cih digre jî wiha got: "heke pêşnûma bihata qebûlkirin hin mafên tirkmenan dê li gor rêzika qanûnî bihata parastin. Ev yek ji bo tirkmenên ku ji ber şerê li Mûsil û Telaferê mexdûr bûne dê bibiya nîşaneya nîyeta baş."
"Pêşnûmaya Qanûnî ya Mafên Tirkmenan" di 19 sibata 2013an de bi destê Lijneya Wezîran ve hat qebûlkirin û pêşniyazî Parlementoya Iraqê hatibû kirin. Lê pêşnûma di 30yê cotmehê de di Lijneya Giştî ya Parlementoyê de hatibû red kirin.