Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî di qesra xwe ya li Selaheddînê de bi serokên koma Lîsteya Îtifaqa Kurdistanê re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê di civînê de biryar hat dayîn ku sibê beşdarî lihevrûniştina pêşnûmaya qanûna budçeya 2014an a ku dê bê parlementoyê nebin û wiha hat gotin: "Heta madeyên ku parlementerên Lîsteya Îtifaqa Kurdistanê îtiraz dikin neyên guherandin û daxwazên kurdan neyên qebûlkirin, parlementerên kurd beşdarî lihevrûniştinan nabin. Ew madeyên ku ji bo li herêma Kurdistanê ceza bibirin hatine nivîsandin divê bi tevahî ji pêşnûmaye bên derxistin."
Nûnerên partiyan yên ku beşdarî civînê bûn diyar kirin ku ranezandina mehaneya karmendên Kurdistanê û nedayîna budçeya Kurdistanê bi tevahî dereqanûnî ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serokên koma Lîsteya Îtifaqa Kurdistanê raman û pêşniyarên xwe bi Serok Barzanî re parve kirin û ev tişt hatin gotin: "Di amadekirina budçeya 2014an a Iraqê de hevkariyê nenêrîne û di Lijneya Wezîran de tesdîq kirine û şandine parlementoyê. Hikûmeta Bexdayê bi vê tevgera xwe ve qanûna bingehîn hilda bin piyê xwe. Armanca pêşnûmayê ew e ku ceza li herêma Kurdistanê bibirin."