Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger ya Sûriyê, da zanîn ku Rûsya bi pêngava der barê çekên kimyewî yên Sûriyê de hewl dide ku di ser mijarê re wext derbas bike. Ji aliyê din ve hat zanîn ku 5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî ji bo ku mijarê binirxînin kom bûn.
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalif û Şoreşger ya Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Esed hêj çend hefteyan beriya niha înkar kir ku di destê wî de çekên kimyewî tunene. Lê li gor pêngava Rûsyayê, Esed dê çekên kimyewî yên di destê xwe de teslîm bike. Gelo çawa bawerî tiştekî wiha tê kirin? Jixwe Rûsya jî hêj çekan difiroşe Esed û Esed bi van çekan welatiyan dikuje. Gelo em ê çawa baweriyê li Rûsyayê bînin? Welhasil ev pêngav ji bo ku di ser mijarê re wext derbas bibe, hat avêtin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heke bersiveke binecih neyê dayîn, her kes dê dest biavêje bikaranîna çekên kimyewî û wiha hat dewamkirin: "Divê raya giştî ya navneteweyî bertekeke tund nîşanî vê bide. Heke ya hewce neyê kirin, dewletên wekî Îran û Koreya Bakur heke hewce be dê bêtirs çekên kimyewî bi kar bînin."
5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî kom bûn
Ji aliyê din ve, Wezîrên Karên Derve yên Amerîka û Rûsyayê li Cenewreyê dê hevdîtinekê bikin û beriya hevdîtinê 5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî kom bûn. Civînê nêzî 45 deqîqeyan dewam kir û piştî civînê tu daxuyanî nehat dayîn.