Elif Irmak
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 02 Sibat 2020
Balafira eskerî ya ku 32 jê Tirk 42 kesên ji Vuhana bajarê Çînê ku lê şewba koronavîrusê ya nû heye tê da bûn hat Enqereyê.
Balafira kargoyê ya eskerî ya cureya A400 M a Artêşa Tirkiyeyê ya ku Wezareta Tenduristiyê ji bo operasyona texliyeyê veguhest ambûlansê piştî operasyona texliyeyê ya biqasî 32 saetan di çarçoveya tevdîrên hatin hildan da li Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê danî.
Dê 32 jê Tirk, 6 welatiyên Azerbaycanê, 3 welatiyên Gurcistanê û welatiyekî Elbaniyê bi tevahî 42 rêwî û muretebat, ekîba teknîk û peywirdarên tenduristiyê bi tevahî 62 kes bi 17 ambulansan bibin Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahîr Burak.
Kesên di balafirê da dê seranserê 14 rojan di odetên ji bo kesekî da bin çavdêriyê da bimînin û serê 3 rojan carekî tetkîkên wan bên kirin. Xwarin jî di nav da hemû xizmet dê bi melzemeyên ku carekî tenê tên emilandin bên kirin û hemû bermayî dê wekî bermayiyên tibî bên nirxandin û bi poşetên taybet bên avêtin.