Haydar Şahin
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
MÛSIL
Li rojavayê Mûsila bajarê Iraqê sivîl ji ber pevçûnên ku bi DEAŞa rêxistina terorî ra dewam dikin malên xwe terk dikin û direvin herêmên ewledar.
Ji bo xilaskirina Mûsila "kelha" dawîn a DEAŞê ya li Iraqê gihîştin asta dawîn, sivîlên ku di navbera şerê hêzên ewlekariyê û terorîstan da mane direvin.
Sivîlên li taxên Er-Rifaî û 17 Temmuzê ji ber şerê giran direvin, ça ku firsend dikeve destê wan bi hin eşyayên xwe va derbasî taxên di kontrola hêzên artêşê da ne dibin.
Ekîbên AAyê yên ku çûn herêmê dîtin ku hin sivîl pêxwas direvin.
Sivîlên ku ev 3 sal in di esareta rêxistinê da jiyana xwe didomînin li ser pirsa "hûn çima pêxwas direvin" gotin, "Ji bo ku ji vê êşkenceyê xilas bibin me xwe avête kuçeyan. Me wesayitên xwe hilneda ba xwe lewra dibe ku bibin hedefên teyare û DEAŞê."
Sivîlên ku revîn herêmên ewledar telefonên ku DEAŞê qedexe kiribûn dan destê xwe û li dost û eqrebeyên xwe geriyan.
Sivîlên ku ji destê DEAŞê xilas bûn bi rihetî di têlefonê da mizgînî dan eqrebeyên xwe ku xilas bûne.
Sivîlên ku ji pevçûnan xilas bûn ji bo av û xureka ku bi raoan e nexwarine revîn ber ciyên alîkariyê.
- "Hejmara endamên DEAŞê yên ku şer dikim zehf hindik e"
Omerê ji Mûsilê yê ku bi jin û zarokên xwe ra revî herêma ewledar got, "Hejmara endamên DEAŞê yên ku şer dikim zehf hindik e. Kesên din gişt ji Iraqê ne û di nav wan da hema bêje qet milîtanên biyanî tune ne. Ku wiha dewam bike wisa xanê dike ku di demeke kin da her aliyê paşda bên sitandin."
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê Yehya Resûl di civîna çapemeniyê ya ku li Bexdayê li dar xist da got ku ji sedî 10ê navenda Mûsilê di kontrola DEAŞê da ye.