20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 21 Mijdar 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di Hereketa Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê dewam dike de, li herêma Numanê leşkerek şehîd ket.
Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê Hereketa Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo ewlehiya hidûdê biparêze, piştgiriyê bide hêzên koalîsyonê û tehdîda rêxistinên terorê berteref bike hatibû destpêkirin, kete roja xwe ya 89an.
Di daxuyaniyê de behsa bûyerên îro heta sibê 07.00an hat kirin, hat gotin ku li herêma Karadagê muxalif hewl didin ku herêmên plankirine ku bistînin kontrol bikin.
Mensûbên DEAŞa rêxistina terorê li bakurê Xûza ku dikeve rojavayê Babê bi rokêta tanksavarê ku li peyê hedefê digere, êrîşî wesaîteke şer a bizirx kir. Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat, lêwesaîta şer a bizirx xesar dît. Li başûrê Azraka ku dikeve rojavayê Babê jî bi wesaîta bombebarkirî va êrîşa xwekujiyê hat kirin. Di vê êrîşê da 2 pisporên erbaş birîndar bûn.
Li bakurê Xûzê DEAŞa rêxistina terorê êrîşa bibombe kir û du personel bi perçeyên şarapnelê sivik birîndar bûn. Li herêma Numanê jî qezayek çêbû û leşkerek şehît bû.
- Di operasyona esmanî da 4 avahiyên DEAŞê hatin îmhakirin
Li gorî daxuyaniyê, di encama pevçûnên ku tê da 9 muxalif birîndar bûn da 214 deverên xwecihî hatin kontrolkirin, 311 guleyên Bahozê, 60 guleyên roketavêja pirserî û 85 guleyên tankê berdan 79 hedefên rêxistina terorê DEAŞê yên ku bi wasiteyên tespîtkirina hedefan va hatin tespîtkirin. Herwiha 29 guleyên Bahozê jî berdan 5 hedefên rêxistina terorê PKK/PYDyê. Bi vî awayî stargeh, kozikên berevaniyê, tesîsên komuta-kontrolê, çek û wesayîtên terorîstan hatin jinavbirin.
Herwisa firokeyên cengê yên Hêzên Asîmanî jî hemleya asîmanî birin ser hedefên li Bzaghah, bakurê Babê, Kabbasin û Suflaniyahê û 4 avahiyên ku unsûrên DEAŞê wekî biryargeh diemilandin, ji navê birin.
Ji hêla din, li cihên ku ji rêxistina terorê DEAŞê hatin paqijkirin, tîmên îmhakirinê ku piştgiriyê didin muxalifan, 26 teqemeniyên destçêkirî îmha kirin. Bi van va ji destpêka operasyonê heta niha 40 mayinên ku piraniya wan wekî dafik hatibûn danîn û hezar û 662 teqemeniyên destçêkirî bi awayekî kontrolkirî hatin îmhakirin.