WASHINGTON
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama ji budçeya 2016an 3 milyar û 500 milyon dolar ji bo têkoşîna bi DÎŞIyê re cihê kir.
Obama ji bo sala dadî ya 2016an budçeyeke ku bi qasî 4 trilyon dolarî ye pêşkêşî kongreyê kir.
Di budçeya Obama ya ji bo sala 2016an de ji bo Wezareta Karên Derve ya DYAyê û Ajansa Pêşveçûna Navneteweyî ya DYAyê (USAID) bi tevahî 50 milyar û 300 milyon dolar, ji vî pareyî jî nêzî 7 milyar dolar ji bo operasyonên derveyî welêt wê bê cihêkirin.
Ji bo têkoşîna bi DÎŞIyê û qeyrana Sûriyeyê jî budçeyeke ku ji 3 milyar û 500 milyon dolarî pêk tê wê bê dayîn.