XARTUM
Hat diyarkirin ku li herêma Darfûra Sûdanê 2 pîlotên rûsî hatin revandin.
Berdevkê UNAMÎDê yê herêma Darfûrê Eşref Îsa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "2 pîlotên şîrketeke rêhewayê ku ligel UNAMÎDÊ dixebitin, li navenda Zalînciya Darfûrê bi destê kesên ku nasnameya wan ne diyar e, hatin revandin."
Îsa got ku ji bo ewlehiya pîlotên hatin revandin ew nikarin zêde agahiyan bidin. Îsa dîsa got ku ew ligel rayedarên Sûdanê gelekî dixebitin.