ERZURUM
Li herêmê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê 13 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gorî agahiyên ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînê hatin hildan, li herêma ku di bin bandora hilmegura bilind de ye tê texmînkirin ku hewa serê sibê vekirî be, nava rojê û danê êvarê jî bi ewr be.
Piştî nîvro li Ezîrcan û derdorê wê dê baran bibare, danê êvarê jî tê texmînkirin ku li Erzirom û bakurê rojavayê Erziromê berf bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Erdexanê di bin sifirê de 13, li Agiriyê di bin sifirê de 10, li Qersê di bin sifirê de 9, li Wanê di bin sifirê de 5, li Ezîrcanê di bin sifirê de 4, li Îdir û Hekariyê di bin sifirê de 3 pile hat pîvandin.
Bi roj hewaya herî germ li Îdirê 15, li Ezîrcanê 10, li Wanê 8, li Hekariyê 6, li Bedlîsê 5, li Mûş, Erzirom û Agiriyê 4, li Qersê 2, li Erdexanê di bin sifirê de 4 pile hat pîvandin.
Qalindahiya berfê li Bedlîsê 59, li Mûşê 22, li Erziromê 9, li Agiriyê 5, li Wanê 4, li Qersê 2, li Hekariyê 1, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 87, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 77, li Cibiltepeya Navenda Xweşikitandinê ya navçeya Sariqamîşê 72 santîmetre hat pîvandin.
Rayedaran ji ber cemedê ya li giştiyê herêmê û aşîtê hişyarî da welatiyan.