Obama di ofîsa xwe ya li Qesra Spî de bi Serokwezîrê Ukraynayê Arseniy Yatsenyûk re hevdîtin kir û destnîşan kir ku her kesî tevgera gelê Ukraynayê yê ji bo demokrasî li welatê wan bi cih bibe dît û wiha dewam kir: "Gelê Ukraynayê dixwaze demokrasî li welatê wan bi cih bibe û çalakiyên ku ji bo vê jî dikin her kes dibîne. Serokwezîrê Ukraynayê Arseniy Yatsenyûk di bi cih bûna demokrasiyê de ji perçeyan yek e. Lê niha pirsgirêka Ukraynayê ya herî mezin yekîtiya axa wê ye. Rûsya vê yekê binpê dike. Em ji bo parastina yekîtiya axa Ukraynayê li bal gelê Ukraynayê ne."
-"Em referandûma li Kirimê red dikin."
Obama piştgiriyên ku IMF û DYA dê bidin Ukraynayê jî bi bîr xist û ji ber pirseka der heqê Kirimê de wiha got: "Em referandûma ku li Kirimê hat kirin red dikin, lewra ev yek li dijî Makezagona Ukraynayê ye. Ev tişt wiha di nav du-sê rojan de piştî ku ji derveyê welêt leşker ketin herêmê nayên kirin."
Serokwezîrê Ukraynayê Arsenîy Yatsenyûk
Serokê DYA Barack Obama û Serokwezîrê Ukraynayê Arsenîy Yatsenyûk piştî hevdîtinê civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar xistin. Serokê Ukraynayê ji DYAyê re ji ber ku piştgirî dane gelê Ukraynayê sipas kir û wiha pê de çû: "Serok Obama ev bi temamî azadiyê eleqedar dike. Em ji bo parastina yekîtiya axa xwe, azadiya xwe û serxwebûna xwe têkoşiyan û me xwe paşve neda. Welatê min niha bi gelek zorî, zehmetî û mudaxaleya leşkeran ve rû bi rû maye. Em ji Rûsyayê dixwazin ku bila leşkerên xwe paşve vekişîne û em dest bi guftûgoyeke ne bi leşker û tanqan bi siyasî û dîplomatîk bike. Em hikûmeta Ukraynayê li gor hemû rêzikên navneteweyî amade ne ku bi Rûsyayê re hevdîtinê bikin. Ji bo Ukraynayê divê reformên bên kirin. Lazim e ku Ukrayna bi Yekîtiya Ewropayê re peymana beşdarbûnê ya siyasî îmze bike. Ukrayna dixwaze ki ku bibe yek ji welatên Rojavayê. Ji bo parastina azadî û welatê xwe çi hewce bike em ê bikin. Pûtîn dixwaze ewilî rêveberiya Kirimê bike bin emrê xwe. Ji bo rojên pêş me planên wî yên paytext Kîev di serî de ji bo ku hemû Ukraynayê çawa bike bin kontrola Rûsyayê planên wî hene û ew jî ji bo wan dixebite. "