QAHÎRE
Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Catherîne Ashton û Serokomarê Misrê yê hilbijartî yê yekemîn Muhemed Mursî hevdu dîtin. Mursî, ji derbeya leşkerî û vir de binçavkirî ye.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dîplomatîk bi dest xistin Ashton, ji bo hin têkiliyên fermî çû Misrê û di derengiya şevê de wê û Mursî hevdîtin. Der barê cih û naveroka hevdîtinê de agahî ne hat dayîn. Piştî derbeya leşkerî ev cara duduyan e ku Aston diçe Misrê. Serdana Ashton a yekem di 17ê tîrmehê de pêk hatibû.